Cîhan

Li Tirkiye cumhuriyeta Ataturk hate dawîya temenê xwe

Eve demek dirêje li Tirkiye guhertina Destûra Bingehin di rojeva siyasetê de ye. AKP li Tirkiye dixwest sistem bê guhertin dewsa sistema ku îro heyî sistema serokatiyê bê cihkirin. Ji bo vê jî diviya destûr bê guhertin.Lê hêjmara AKP di parlementoyê de têra guhertina destûrê nedikira. Tu partiyekî xwe nêzikî hevalbendiya AKPê ne dikir. Di encam de AKPê li gel MHPê li hevkir û hinek guhertin pêşniyarên xwe de çêkirin û destûr bi 18 maddeyan hate parlementoyê.Eve 15 rojin heta sibehî parlemento li ser vê destûrê gotubêja dike. CHPê dixwest astenga çêke ku ev destur di parlementoyê de neyê qebûl kirin.Ji bo her maddeyekî kêmasî 330 deng pêwîstbûn. Eger madeyek 330 denga kêmtir bigirta dê ji destûrê biketa û cih nedigirt. Lê destûr bi made made hate qebûl kirin û hemû dengdana de zêdeyî 330 deng girtin. Di encam de li ser hemû destûrê dengdan hate kirin.Di dema dengdanê de 488 palementera dengên xwe bi karanîn. Di encama dengdanê de:339 parlementera got erê.142 parlementera got na,5 deng vale derketin,2 deng jî nehatin qebûl kirin.Niha li gora encama vê dengdanê dê gotina dawî gel bêje. Eger destûrê 376 deng standibûna ne hewceyê referandumê bû. Dê di cihde guhertin bibûya destûr û biketa praktikê de. Lê niha dê herî dereng navbera du mehan de referandum çêbe û dê gel bêje erê yan na.Di pêvajoya referandumê de dê Erdogan derkeve qada û ji bo xelk bêjin erê propagandayê bike. CHP li dije û dê li dij propagandê bike.

Back to top button