Civak

Li Tirkiye 6 hezar û 17 kes bi Covîd-19ê ketine û 139 kes jî pê mirine

Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.

Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 6 hezar û 17 kesên din peyda bûye. 139 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 12 hezar û 358an. Her weha 2 hezar û 918 nexweş jî baş bûne.

Test ji bo 155 hezar û 516 kesan hatiye kirin.

Heta niha 17 mîlyon û 245 hezar û 617 test hatiye çêkirin. 446 hezar û 822 kes bi nexweşiyê ketine û 12 hezar û 358 kes jî pê mirine.

Heta niha 374 hezar û 637 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.8e û hejmara nexweşên giran jî 4 hezar û 217e. 

Back to top button