Li Tikiye nexşeya internet
Li Tirkiyê şirketa Telekomê bi lêkolîneke taybet nexşeya Internetê derxistiye holê ka çiqas û çewa Internet tê bikaranîn.
Lêkolîna ku li 38 parêzgehan û li 19.1 milyon mal hatiye kirin, encameke weha derketiye holê: Ji %52 computer li malan hene û ji %41 jî Internet li malan heye. Ji %34.6ê malan komputerên li ser masê hene.
Ji %20.6ê malan computerên leptop hene. Ji %4.2ê malan hem computera li ser masê û hem jî ya leptop heye. Di nava ciwanan de bikaranîna computerên netbookê ji %0.7 e, yên ku computerên lewhe jî ku bi kar tînin %0.2 ye. Internet zêdetir bi sê amacan tê bikaranîn: Lêgerîn, Facebook û bereçavkirina mailan.
Lê belê her ku diçe li Tirkiyê kirrîna computeran zêdetir dibe.
Li Tirkiyê kesên ku computerê bi kar tînin, ji %60.9 mêr in, ji % 39.1 jin in. Temenê kesên ku computer bi kar tînin, nêvî jê 18 heta 35 salî ne. Sal 2010 pileya kesên ku li malên xwe Internet girêdane ji %58 bû, lê 2012 geha ji %66an.
Rojeva Kurd/Amed