Polîtîk

Li Swed hevkariyê kongreyê xwe çêkir

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê di roja 21.04.2013an de, li bînahiya Federasyonê 23yemîn Kongreya xwe pêk anî.
Di kongreyê de kar û xebata Komîteya Serpereştî ya berê bi erênî hat nirxandin û careke din bi tevahiya dengên nûnerên Kongrê, ji bo du salan hat hilbijartin.

Ji bilî vê, Kongreyê pir biryar girtin. Du biryarên din:

1. Damezirandina Komîteyeke taybet (digel FKKSê) ji bo piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

2. Konre, ji du salan carek û di navbera herdu kongreyan de konferensek K. Hevkarî pêk tê.

Kongre serkeftî û di aramiyê de bidawî hat.


Gotara Komîteya Serpereştî

Ji bo 23emîn Kongreya Hevkariya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî-Swêd

Rêzdar nûnerên kongreyeya K. Hevkarî

Rêzdar amadebûyên hêja û mêvanên bi rûmet,
Bi rêz û silav hûn hemû bixêr hatine!

Rêzdaran,

Komîteya Hevkarî 26 sal berê, bi beşdariya 11 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê hatiye damezirandin. Ji dema damezirandinê ve ew hêzên siyasî ku endam bûn, bewestan xebitîne ku jimara partiyên siyasî di K. H. de zêdetir bikin û K. H. bi hêztir bikin. Ji bo me serbilindî ye ku ev roj jimara partiyên siyasî yên kurd û kurdistanî ku niha endam in, li derdorê 27 partiyan in û niha zêdetir in.

Kongreya me dereng maye.
Ji ber hin sebeban, ku niha ne pêwîst e ez diyar bikim, me nekarî di wextê wê de kongreyê pêk bînin, lê di cîhê kongreyê de me di sala 2008an de konferanseke K. Hevkarî pêk anî û kar û xebata xwe heta niha berdewam kir.

Em li vir, ji bo pêkanîna kongreya Komîteya Hevkarî kom bûne. Bi  hêviya ku kongreya K. Hevkarî bi aramî, bi hestên birayetî bidawî bê û ji bo berjewendiyên miletê kurd û hemû kurdistaniyan biryarên hêja û girîng bigre û van biryarên xwe derbasî kar û xebatê bike.

Ji bo me şanazî û serbilindî ye ku Komîteya Hevkarî di tevahiya xebata xwe ya bi salan de heta vê rojê,  berjewendiyên netewî di ser berjewendiyên hizbî re girtiye û Komîteya Serpereştî heta niha nêzî tevahiya biryarên xwe bi konsesusê, bi lihevkirinê gitiye,  ne bi jimara dengên li dijî hev. 

Rêz û qedirgirtina di navbera endamên K. Serpereştî de û bi giştî di navbera hemû nûnerên partiyên siyasî yên endamên K. Hevkarî de nimûneyeke hêja ye.

Hêjayî gotinê ye, hemû nûnerên partiyên siyasî bi berpirsiyariyeke mezin, nakokiyên rêxistinî û nakokiyên takekesî yek carek be jî neanîne nav kar û xebata K. Hevkarî û tu carî ji kar û xebata K. Hevkarî re astengî dernexistine. Hemûyan bi hev re, bi yekrêzî ji bo serkeftina K. Hevkarî bi dil û can xebat kirine.

Ev helwesta nûnerên partiyên siyasî, berzgirtina berjewendiyên netewî di ser hemû berjewendiyan re, cîhê şanazî û rêzgirtinê ye.

Yekîtiya hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî, aramî û ahengiya di navbera bi dehan hêzên nîştîmanî yên ji herçar beşên Kurdistanê de, miletê kurd û dostên miletê kurd kêfxweş dike. Dagîrker û dijminên miletê kurd jî yekîtiya netewî wek dawîanîna zilm û zordariya xwe dibînin.

Wek berpirsê Komîtaya Hevkarî di nav kar û xebatê de, peywendiyên min ji nêz ve bi hemû nûnerên partiyên siyasî re hene. Min ji destpêkê ve heta niha, Komîteya Hevkarî ji bo xwe wek zankoyeke perwerdeya parastina berjewendiyên netewî dîtiye û min her nûnerekî vê komîtê jî, ji xwe re wek mamosteyekî vê zankoyê qebûl kiriye.

Rêzdaran,

Komîta Hevkarî ji kongra dawîn û konferensê ve heta vê rojê, xebatên hêja û girîng kirine. Di dema bûyerên ku pêwîstî bi diyarkirina helwesta K. Hevkarî hebûye de,  Komîta Hevkarî bi çalakî û bi daxuyaniyan helwesta xwe diyar kiriye.

Me gelek serdan pêk anîne û pêşwaziya pir desteyên serdanê kiriye. Xebata K. Hevkarî bi taybet bi xebata siyasî ve girêdayî ye. Lê me bi navê Komîteya Hevbeş, bi Federasyonê û hevkarên xwe yên din re jî pir xebat kirine.

Digel ku wek hêzeke sereke me bi Federasyonê re xebatên hêja kirine, helwesta me li hember hemû komele û saziyên kurd û kurdistanî erênî ye û peywendiyên me li ser bingeha berjewendiyên netewî bi wan re jî hene.

Komîta Hevkarî di hemû deman de piştgiriya mezintirîn desttkeftiya netewî Başûrê Kurdistanê û piştgiriya tevgêra siyasî ya li hersî beşên Kurdistanê kiriye û dike. Piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û ya penaberên rojavayî di kar û xebata me de xaleke sereke ye.

Li gor raporeke kurt me di vê demê de nêzê sed xebat û çalakî kirine.  Em dê ji vê xebatê tenha çend nimûneyan bidin:

–    Komîteya Hevkarî ji bo ku parlamena Swêd bi biryar, Enfalê wek komkujiya kurdan bipejirîne, bi salan tenha bi xwe û digel hevkarên xwe xebat kiriye. Em di vê xebata xwe de gihîştine wê biryara parlamena Swêd ku ji bo me xwediyê nirxekî bilind e. Em di vî warî de, ji xebata FKKSê re û ji xebata hemû saziyên kurd û kurdistanî re û ji xebata hemû kesayetiyên hêja ku di vî warî de xebat kirine re rêz digrin.

-Di dema erdheja Wanê de Komîteya Hevkarî erkê xwe bicîh anî.

-Ji bo rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê komîteyeke hevbeş hatiye damezirandin û nûnerekî K. Hevkarî di vê komîteya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de cîh digre.

–    K. Hevkarî bi salan ji bo ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihîje mafên xwe yên netewî û demokratîk xebat kiriye û ev xebat didomîne.

-Peywendiyên me digel netverketa Swêd û Kurdistan li parlamena Swêd berdewam in.

Rêzdaran,

Heke em hemû kar û xebatên K. Hevkarî diyar bikin, divê em raporeke bi sedan rûpel belav bikin. Lê hemû kar û xebata me di prtotokol, daxuyanî û nivîsên K. Hevkarî de hatine parastin.

–    Hin pêşniyarên K. Serpereştî hene, min van pêşniyaran ji hemû endamên K. Serpereştî re mail kiriye.

Baweriya me ew ku miletê kurd li sê beşên Kurdistanê bi diyalogê, bi riyên aştiyane û bi tedbîrên siyasî digihîje mafên xwe yên netewî û demokratîk.

Em careke din ji kongreyê re û ji Komîteya Serpereştî ya nû re serkeftinê dixwazin. Hûn careke din hemû bixêr hatine!

Spas ji bo Federasyonê ku em ezimandine mala kurd.
Em li vir careke din Îhsan Şener ku bi salan ji K.H. xizmet kiriye bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Silav li giyanê hemû şehîdên azadiya kurd û Kurdistanê.

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!

Digel rêz
21.04.2013

Şefîk Kaya
Li ser navê Komîteya Serpereştî

Back to top button