CîhanRojev

Li Sûrîyê daxuyanîyên tund

 

Piştî ku serokê Sûrîyê Esed derîyên hevdîtina bi Erdogan re girt, daxuyanîyên tund berdewam in.

Li ser hevdîtinên asayîbûnê yên ku ev demeke di navbera Tirkîye û Sûrîyê de didomin, ji Şamê daxuyanîyên balkêş hatin. Hefteya borî di hevpeyvînekê de ligel Sky News Arabia, Serokê Sûrîyê Beşar Esed gotinên pir tund bi kar anîbû û gotibû ku ew naxwaze bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bike. Esed bal kişandibû ser wê yekê ku heta leşkerên Tirkîyê ji bakurê rojavayê Sûrîyê dernekevin, ew bi Erdogan re nacivin û gotibû, “Armanca me vekişîna Tirkîyê ji axa Sûrîyê ye, lê armanca Erdogan ew e ku hebûna Tirkîyê li Sûrîyê rewa bike. Lewma bi şert û mercên Erdogan hevdîtin pêk nayê. Ma ezê ji bo vexwarinê bi Erdogan re hevdîtin bikim?”.

Di dawîyê de Şamê bersivek gelek tund da daxuyanîya Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Yaşar Guler ku gotibû leşkerên Tirkîyê ji Sûrîyê venakişin.

Malpera Marbuta News daxuyaniyên Wezîrê Berevanîya Sûrîyê Elî Mehmûd Ebas, ku di 11emîn Konferansa Asayîşa Navdewletî ya Moskowayê de axivî, di derbarê Tirkîyê de ragihand û got: “ Ji alî Tirkîyê dagîrkirina xaka Sûrîyê û kiryarên wê yên tawankar li navçeyên dagîrkirî, destdirêjîyek eşkere ye û binpêkirina eşkere ya prensîbên navdewletî ye”.

 Ji alîyê din, Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mîkdad, ku ji bo civîna Komîteya Têkilîyên Wezîrên Ereb ên li Sûrîyê çûbû Qahîreyê, behsa hebûna leşkerên Tirkîyê yên li Sûrîyê kir. Mikdad, bang li welatên Ereb ên li dijî Tirkîyê kir û got: “Em di wê bawerîyê de ne ku êrîşên dagîrkerîya Tirk ne tenê ji bo Sûrîyê xeter e, di heman demê de ji bo ewlekarîya netewî ya Ereban û bi giştî ji bo berjewendîyên Ereban jî xeter e. Ji bo vê jî li gor berjewendiyên hevpar û hîmên qayîm ên hiqûqa navnetewî, ji bo bidawîkirina vê yekê, pêwîste xebat bên zêdekirin û gavên pratîk bên avêtin”.

 

Back to top button