Cîhan
Li Sûriye 46 kes hatin kuştin
Berpirsên tevgera opozisyona Sûrî ragihandin ku doh di roja îna “ Gireva Rûmetê“ de li seranserî Sûrî hêzên rejimê 46 xwepeşandar kuştin.Herweha Encumenê niştimanî ya Sûrî balkişand li ser komkujiyekî li bajarê Humsê û di vê derbarê de hişyarî da.
Di xwepêşandanên de doh, li Humsê 17, Şamê 15, Idlibê 7, Hemayê 5 û li Derayê 2 kes hatine kuştin.
li gora agahdariyan li hinek deverên Sûrî şer di navbera lêşkerên rejimê û yên ji wan veqetayî de çêdibe. Ev şer piranî li derdora bajarê Derezorê ye.
Li gora daxuyaniya Encumenê niştimanî Sûrî, van rojên dawî hêzên çekdarîn rejimê derdora bajarê Humsê girtiye û êrîşên xwe taybetî li himber Humsê zêde kirine, herweha didin xuyakirin ku tirsek wan mezin heye ku li Humsê rejim komkujiyekî bike.