CîhanPolîtîk

Li Suriya nû de ji bo kurda otonomi derdikeve pêş

Ajansa Interfaxa Rusî nûçeyek di derbarê encama civîna Astana de belev kir û dibêje Rusya ji bo pêşeroja Suriye reşnivisa destûrek nû amade kiriye.Li gora vê destûrê guhertinên bingehin di rewşa pêşeroja vî welatî de, dê bêne kirin.Li gora reşnîvisa destûra nû de hinek  maddeyên girîng lê hene. Xalên balkêş û nûjen di reşnivîsa destûrê de evin:

  1. Navê “ Komara Suriya Erebi“ tê guhertin û dibe “ Komara Suriye“
  2. Madeya ku serokkomar divê misilman be hatiye rakirin.
  3. Gotina destûra berê ya ku; “hukuka îslamî bingehê reveberiyê ye“ tê rakirin.
  4. Di destûra nû de ji bo Kurda Otonomi cih digire.
  5. Herêmên îdarî dikarin zimanê xwe hilbijêrin. Ev yek jî rêya ku zimanê kurdî bibe fermî vedike.
  6. Serokkomar tenê carekî û ji 7 sala tê hilbijartin.
Back to top button