Li Şingalê 17 mehan da 15 kesan xwe kuştine
15 kesên xelkê Şingalê li 17 mehan de li wargehên Dihokê xwe kuştine, pîsporên derûnî dibêjin sedema xwekuştina wan ne derûnî ye û ji ber karîgeriya wê zulma Da’îşê ye ku li beramber Kurdên Êzdî hatibû kirin.
Li wargeha Xankê ya tixûbê parêzgeha Dihokê malbateke koçberê Şingalê lê heye ku kurekê wan yê 28 salî bi navê Semîr Hesen li 9ê adara derbasbûyî xwe xistiye rûbara Dîcleyê û xeniqiye. Heta niha sedema wê nizanin. Semîr bawernameya bekaloryosê li Fîzya da hebûye û mamostayê amadeyî ya wargehê bûye.
Hadî Hesenê birayê Semîr dibêje: “Kes dilê wî neêşandiye, rewşa maddî bi dilê xwe bû û hîç giriftekê malbatî jî nebû. Hemû tiştekê baş bû û kona wan jî baş bû”.
Li gor duvdaçûnan li 17 mehên derbasbûyî de 15 kes li 14 wargehên koçberên Şingalê xwe kuştine ku ji her dû regezan bûn. Li gor amarên rêxistineke navdewletî ku li rûyê derûnî ve li nav wargehan de kar dike, li ser 635 koçberan lêkolînê kirine 120 ji wan kesên ku temenê wan li navbera 15 heta 25 salî da bûne, nexweşiya wan ya derûnî hebûye.
Fîras Silêman lêkolînerê derûnî ye û dibêje: “Ez nabêjim %100 hemû bi sedemên derûnî ye, lê belê % 90 derûnî ye. Kêşeyên civakî heye û paşê dibê derûnî û mezin dibe û xwe dikuje”.