Li Silêmaniyê pilanek tirsinak li dijî rojnamevanan
Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê li ser rewşa rojnamevanên parêzgeha Silêmaniyê hişyarî da û dibêje: “eger rewş bu vî awayî berdewam bike em dê neçar bin desgeh û rêxstinên navdewletî yên taybet bi mafê mirov û azadiya rojnamevanan li ser vê rewşê agada bikin.”
Komîteya Parastina Azadî û Mafên Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamegeran di daxuyaniyekê de (26.11.2022) ragihand, “Hinek gilî û peywendiyên rojnamevanên parêzgeha Silêmaniyê ji komîtê re hatine şandin ku ew rojnamevan hest bi wê yekê dikin ku metirsî li ser jiyan û kesatiya wan heye.
Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê dibêje: “Li parêzgeha Silêmaniyê heyameke ji aliyê hêzên asayişa Silêmaniyê ve kampanyek tirsnak a binpêkirinên li dijî rojnamevanan tê kirin, ku tê de revandin, girtin û serdegirtina malên rojnamevanan pêk tê. Weke mînak rojnamevan Hişiyar Elî peyamnêtê malperê Wuşe ku demek berê ji bona krekî rojnamevanê diçe derve û ji aliyê hêzên emnî yên parêgeha Silêmaniyê ve tê girtin û berzekirin , piştre, piştî demekê hat berdan.Ji bilî desteserkirina hemû alavên wî yên rojnamegeriyê, li ser laşê wî jî nîşanên îşkenceyê hebûn.”
Sendîkayê got, ” Ev 4 rojan hêzên ewlekariyê avêtin ser mala rojnamevan Rawa Burhan ku di xew de bû û ji malê derxistine. Hê jî çarenûsa wî winda ye.”
Di heman demê de li Herêma Kurdistanê gelek binpêkirinên din li dijî rojnamevanan hatine kirin û ev jî metirsiyeke mezin e li ser proseya azadiya ragihandinê û rojnamevaniyê û binpêkirina hemû yasayên navxweyî û navdewletî yên derbarê azadiya rojnamevanî û parastina rojnamevanan. ji ber vê yekê jî rojnamevan dibêjin ku jiyana wan di metirsiyê de ye.”
Sendîkayê got, “Ji ber vê yekê em, Komîteya Parastina Azadî û Mafên Rojnamegeran, daxwaz d dikin ku di zûtirîn dem de dawî li reftarên bi vî rengî yên li dijî rojnamegeran bînin, eger nebe em ê saziyên navneteweyî yên mafên mirovan agahdar bikin.”