Polîtîk
Li Silêmaniyê Îran bi dizî digel YNK û Goranê dicive
Di çarçoveya wan bizavên siyasiyên piştî nexweşketina Celal Talebanî dest pê kirine, ev du roje heyeteke bala a dewleta Îranê bi dizî li Silêmaniyê ye û cuda digel Yekêtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goranê civînan dike.
Li gor malpera NRT ku ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, ew şandeya îranî ku, nayê zanîn çend kesin, dûr ji cavê kamereyan û mediyayê, li Silêmaniyê, digel berpirsên mezin yên YNKê û Tevgera Goranê dicive.
Piştî serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Silêmaniyê, heyeta komara Îslamiya Îranê jî hatiye Silêmaniyê.
Li gor malpera navborî, heta nuha tu agadarî ji wan civînan derneketine û nayê zanîn ka peyama heyeta Îranê bo YNKê û Goranê çiye?