Civak
Li Sêrtê şerê HDPê û Huda-Par
Li Zanîngeha Sêrtê di navbera xwendevanên HDPê û Huda-Par de hevçûn çêbû. Di encama de 4 ciwan bi dar û keviran birîndar bûn.
Li Zaningeha Sêrtê dema biminasebeta rojbûna Pêxemberê Îslamê ciwanên girêdayî Huda-Parê daxuyanî belav kirin, gupa ciwanên girêdayê HDPê midaxele kir. Bi vê sedemê di nava herdu gruban de şer derket.
Bi kevir û daran ketin navhev. Di encamê de 4 ciwan birîndar bûn û rakirin nexweşxanê. Li zaningehê hêjî rewş aram nebûye. Xwendevanên herdu partiyan li himber hev sekinîne û polisan tedbir li zaningehê girtine.