Civak

Li Serê Kaniyê şerek mezin çêdibe

Şerê Artêşa Azad û hêzên rejima Suriye gihat Serê Kaniyê. Şevîdin hêzên Artêşa Azad erîşek tund birin li ser hêzên rejimê li Serê Kaniyê. Heta vê sibehê şer di navbera her du aliyan de berdewam kir.

Gelek kesên birîndar bûyîn derbasî Serê Kaniya li Bakur kirin û di nexweşxana de cih kirin. Li Serê Kaniyê di tixûbê navbera Suriye û Tirkiye de deriyek leşkerî haye. Ji berê pêde ev derî tenê bi armanca leşkerî tê karanîn. Tê gotin ku sedemê êrîşê û şer giringiya vê deriyî ye.

Wek tê zanîn Serê Kaniyê beşek li Rojhilatê Kurdistanê û beşêdin jî li Bakur e. Mixabin herdu aliyan jî navê kurdî guhertine. Li Rojhilat bûye Rasil Eyn û li Bakur jî bûye Ceylanpinari. Lê di nav Kurdan de wek Serê Kaniyê tê naskirin.

Giringiyek din jî ya vî şerî ewe ku, şerê di navbera Artêşa Azad û hêzên rejima Esad digihe herêma Kurdistanê. Bê goman ev yek jî dibe sedemek metirsiyê di nav kurdan de.  Li gora hinek çavkanyan çekdarên PYD jî tevlî vî şerî bûne.

Back to top button