Li rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berfireh dibin
Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sedema bihabûna sotemeniyê( Benzin û mazot)xwepêşandan destpê kirin. Heta wek îro di xwepêşandanan de 11 kes hatine kuştin û nêzikî 100 kes jî birîndar bûne. Herweha gelek kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçav kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê roja 16. 11. 2019an belav kiriye ku ji ber êrîşên hêzên emnî yên Îranê bo ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sinê, Ciwanro û Merîwanê 11 xwepêşander hatine kuştin û herî kêm jî 80 xwepêşander jî birîndar bûne.
Ligor zanyariyên Hengawê belavkirine li Ciwanro 6 xwepêşander û 43 kes jî birîndar bûne.
Herwiha li bajarê li bajarê Merwîanê jî 4 xwepêşander ji ber êrîşên hêzên emnî hatine kuştin û 11 xwepêşander jî birîndar bûne.
Herwiha li bajarê Sineyê jî kurekî 12 salî jî hatiye kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.
Li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xelk li dijî bihabûna nirxê sotemeniyê derketine kolanan. Duhê rejima Komara Îslamî ya Îrnaê nirxê sotemeniyê (benzînê) ji 1000 dînarî bo 3000 hezarî dinarî zêde kiribû.