Li rojavayê Kurdistanê çeteyên çekdar keçek 15 salî revandin
Li rojavayê Kurdistanê çekdarên PKKê yên ku bi navêCiwanên Şoreşger
li xwe kirine terororê li himber zarokên Kurd berdewam dikin. Li Qamiûlo çeteyên Ciwanên Şoreşger cardin zarokek temen 15 salî ji bo leşkeriya icbarî revandin û birin da ku bi çek bikin û rêkin qada şer.
Malbata keça 15 salî ya ku yavê wê Solin Ibrahime dide xûyakirin ku, keça wan ji aliyê Ciwanên Şoreşgerve hatiye revandin.
Hêlîn Îsmaîl dayika Solîn Îbrahîmê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku wan li Qamişloyê li keça xwe geriyane lê hînbûne ku keça wan ji aliye Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.
Herwiha malbatê diyar kir ku wan xwe negihandiye Solînê ti kesek bi wan re nebûye alîkar.
Hêlîn Îsmaîlê ji Rûdawê re axivî û got:
“Em li Qamişloyê li Solîn digeriyan. Beriya 10 rojan agahî ji me re hat ku Solîn ji aliye Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.
Li ser agahiyan em bi sazî û pêkhateyên Qamişloyê re axivîn. Em çûn Hesekê jî lê kesek agahî neda me.
Ez dixwazim heval Mazlûm Ebdî dengê min bibihîze û bi me re bibe alîkar.”