Li Rihayê şer: Kuştiyek û 11 birîndar
Di şerê çekdarî yê ku li otogara Rihayê qewimî de kesekî jiyana xwe ji dest da û 1 jê polîs 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer danê êvarê di dema fitarê de li Otogara Navbajêr a Rihayê pêk hat.
Li Rihayê di navbera komeke ku dihatin garaja otobusan a navbajaran û kesên li ofîsa fîrmaya bilêtan a di hundirê termînalê de bi çek û daran ji ber sedemeke nediyar bi kar anîn de şer derket.
Polîsên di hundirê termînalê de xwestin mudaxeleyî şer bikin.
Di bûyerê de polîsek jî di nav de 11 kes birîndar bûn û piştî haya kesên derdorê gelek ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Ji birîndaran Halîl Devecî ku piştî alîkariya ewil rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku polîsê birîndar di xeteriyê de ye.