Li navçeya Sarikamişa Qersê otobuseke rêwiyan ji Rêya Karakurtê ya ku bi qasî 50 metre bilindahiya wê ye ket xwarê. Li gorî tespîtên ewil di qezayê de 7 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn.
Bûyera qezayê di demjimêrên sibê de li ser rêya Karakurt a navçeya Sarikamişê pêk hat. Otobusa rêwiyan a bi plaqeya 34 TR 078 a fîrmaya Turgut Reîs a ku ajokarê wê hêj nehatiye diyarkirin, duh di derdora seat 17.00’an de ji Enqereyê bi rê ket, danê sibehê ji pira Karakurtê firiya. Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, UMKE, cendirme û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin. Li gor tespîtên ewil di qezayê da 7 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên kesên di otobusê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê ekîban ve rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sariqamişê, birîndar jî şandin nexweşxaneyên li Sariqamiş û derdorê.
Di vê navberê de dê otobus bi vîncê şandin cihê bûyerê bê rakirin û bê kontrolkirin bê ku di binê wê de mirî yan birîndar hene.