Civak
Li Qersê 7 kes hatin kuştin
Li Qersê li bakurê Kurdistanê bi çekan êrîşî rêvebiryra Qersê ya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê kirin û di êrîşê de 7 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor alansa nûçeyna Anadoli ,welatiyê bi navê Weysî Erîm, îro serê sibê çû midûriyeta Qersê ya amaran li kolana Atatirkê kir û rêvebirê daîrê û 5 karmendên wê rehîne giritn û pişter wî kesê çekdar ew 6 kes, rêvebir û 5 karmendên wê daîrê kuştin.
Weysî Erîn nexwest xwe teslîmî rayedarên hikûmetê bike û xwe jî kuşt.
Li gor Anadolu, waliyê Qersê Eyup Tepe got ku sedemên siyasî yê vê bûyerê tuneye. ”Bûyereke şexsî ye. Ev kes pirsgirêkên wî yên derûnî hebûne”