Li gora ajansa fermî ya Sûriyê SANA da xûyakirin, li Şamê navçeya Seyîde Zeyneb otomobilek bombekirî li nêzîkî baregeheke serbazî ya grupên çekdar ên nêzîkî Îranê hatiye teqandin di encama vê teqînê de kuştî û birîndar hene.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê, di bûyerê de 5 welatiyan canê xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar bûne, ku hejmarek ji wan zarok in.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, ev teqîn di dema rewrismên Aşûrayê de rûdaye.