Li paytexta Kurdistanê 8 hezar dar hate çandin
Bi mebesta zêdetir girîngîdana keskatiyê û xweşikkirina rû û sîmaya paytexta Kurdistanê û zêdekirina rêjeya keskatiya li bajarê Hewlêr û dewurubera wê, li helmetekî berfireh de 8 hezar dar hate çandin.
Li vê helmetê da ku ji bo zêdetir xweşikkirina kolan û rêyên serekiyên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê zêdetirê 8000 dar hate çandin.
Li vî derbarî de Celal Ehmed Berzencî Berpirsê Ragihandina Birêveberiya Endazeya Parkên Hewlêrê ragihand: Bi mebesta zêdetir girîngîdana rêjeya keskatiya Hewlêra paytexta Kurdistanê Birêveberiya Endazeya Parkên Hewlêrê helmetekî mezinê dar çandinê destpêkir. Li vê helmetê da 8000 heşt hezar dar hate çandin. Her wiha helmeta me jî berdewam dibê ji bo wê yekê ku bikarîn zêdetirîn rêjeya keskatiyê li Hewlêrê de pêkbînin heta ku bigihîn standarda cîhanî.