Polîtîk

Li Pasûrê jî qayum tayîn kirin lê…?

Serokê şeredariya pasûrê ji bo tawanbariya bûyera ku wesayetek hatibû teqandin hate binçav kirin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Serokê şeredariya Pasûrê Mehmet Fatih Taş bi tohmeta ku pêwendiya wî PKKê re heye û herweha ji bo endametiya PKKê hate girtin. Di derbarê Taş de 5 dozên cuda hatine vekirin û niha girtigehê de ye.

Wezereta navxwe piştî girtina Taş di dewsa wî de qeymeqamê Pasûrê wek qayum tayîn kir. Li himber tayîna qayum li pasûrê piraniya aliyên siyasî bê dengin. Taybetî partî, kesayet, siyasetmedar û rojnemevanên Tirk yên ku li dijê tayîna qayuma li Diyarbekirê, Mêrdin û Wanê helwest dan nîşandan , niha bê dengin.

Gerek Kurd bo xwe vê yekê fam bikin ku, eger şeredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê jî bi tohmeta endametiya PKKê ji aliyê dadgehekî ve bihatan binçav kirin, ewên ku ji bo wan bûyin xwedî helwest , dê wek pirsa Pasûrê bê deng bimana.

Di rastiya xwe de jî aliyên Tirk ên siyasî  ne ji bo qayuma û ji bo demokrasiyê yan jî ji bo pişgiriya hersê şeredara helwesta xwe dan nîşandan û hukumet rexne kirin. Tenê ji bo dijitiya AKPê ev bûyer rexne kirin.Yanî ji bo nakokiyên di nava xwe de kurda bi kartînin.

Dema hinek ne ji bo te li te xwedî derkevin , ew nabe, ev tê wateya ku ji bo xwe û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî hewldidin ku li te xwedî derkevin.
Herweha wan kesan û aliyên siyasî , hukumet rexne kirin ku , ji bo çi li gora usulê ev hersê şeredar ji kar dûr nexistin. Vekirî gotin, we doz vekira bila bihatan binçav kirin û piştre we ew ji kar dûrbêxistan.

Pêwiste ji berî herkesekî mirov bi xwe li xwedê derkeve. Eger em dibêjin ev helwesta hukumetê ji bo kurdîtiyê ye û ji bo ev şeredar kurdin vê neheqiyê dikin, bila ji berî her tiştekî HDP li xwe xwedî derkeve yanî li Kurdiyetiya xwe xwedî derkeve, bila Kurdistanîbe .

Back to top button