Li parlementoya Swêd civînek girîng
Duhî li parlamena Swêdê, di derheqa rewşa herçar beşên Kurdistanê de civîneke (2 saet) girîng hat amadekirin. Yên ku civÎinê amadekiribûn partiya Sosyaldemokrat bû. Sosyaldemokratan “Socyaldemokraternas kurd Natverk” ava kirin.
Ev cara yekemin e ku di parlamena Swêd de rewşa herçarbeşên Kurdistan bi hev re dihê guftûgokirin.Heta dawiya civînê 5-6 parlamenterên ku bi pirsa kurdî ve mijûl dibin, amade bûn, digel piraniya parlamenterên kurd.
Mijar:
1. Rewşa dawîn li herçar beşên Kurdistanê.
2. Daxwazên kurd yên siyasî çi ne?
3. Dîtina Kurdan di derheqa bûyerën ku li cîhana erebî û li bakurë Afrïkayê dibin, çi ye?
Li gor baweriya min, ev civîn ne tenê ji bo Swêdê herweha ji bo tevahiya Ewrûpayê dê di derbareyî çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê de bibe destpêka siyeset û qonaxeke nû û di vê siyaseta nû de kurd dê digel cografya xwe bihên minaqeşekirin.
Li ser navê Socyaldemokraternas Kurdnätverk
1. Claes Nordmark serokê Natverk ê
2. Şadiye Heyderî parlamenter (s)
3. Roza Guçlu Hedin parlamenter (s)
4. Anna (seroka Kurdistan-Sverges Riksdags Nätverk)
5. Parlamenterk din (s)
Payizê çend civînên din amade dikin.
Rêxistinên ku hatibûn dawetkirin:
1. Komîta Hevkarî-Swêd
Şefîk Kaya
Azad Cegerxwên (ji bo pirsên Rojavayê Kurdistan)
2. Federasyona Komeleyên Kurdistanê
Şermîn Bozarslan
Susanne Guven
3. PDK
Kemal Nawdar
Eisa Feîlî
4. KDP-Îran (yên ku ji Hizba Demokrat cihê bûne)
Kemal Hasanpor
Golaleh Şerefkendî
5. PDKI
Parvaneh Heiderî
Mewlûd Abdulzade
6. Kongreya kêmneteweyan ji bo Îraneka Federal
Cemila Hesenxalî (kurd ji Hizba demokrata Îranê)
7. YNK
Şoreş Qadir Rehîm
Ferhan Şêxmuhamed
8. Komela ya Kurdistana Îranê
Zagros Xosrewî
Hemîd Şerîfî
9. Îinsiyativa kurd li swêdê (tu kes beşdar nebû)
10. Kurdiska Rådet
Nûçe: Şergo Baran