Li Bismilê navbera du malbatan de aştî pêkhat!
Piştî ku li Amedê di şerê çekdarî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, malbatên Taş û Alyamaç ji bo aştiyê razî bûn. Di çarçoveya vê pêvajoya lihevhatinê de ji her du malbatan bi giştî 6 gumanbarên ku ji bo merasîma aştiyê ya ku li navçeya Bismilê tê lidarxistin ji lîsteya fîrarî hatin derxistin û teslîm bûn.
Li navçeya Amedê Bismilêm ji bo pirsgirêka erdan du malbat şerek çekdarî kirîbûn û di encama şer de ji herdu malabatan 9 kesî jiyana xwe ji destdabûn.
Piştî gelek hewldanên aştiyê, malbatên Taş û Alyamaç ji bo aştiyê razî bûn. Di çarçoveya vê pêvajoya lihevhatinê de ji her du malbatan bi giştî 6 gumanbarên ku ji bo merasîma aştiyê ya ku li navçeya Bismilê tê lidarxistin ji lîsteya fîrarî hatin derxistin û teslîm bûn.
Bûyer di 15ê Hezîrana 2023an de li bejahiya Taxa Serçelerê ya navçeya Bismilê pêk hat. Nîqaşa ku di navbera malbatên Alyamaç û Taş de ji ber nakokiya erd derket, veguherî şer. Ji malbata Taş Orhan Taş, Serhat Taş, Halîl Taş û Mehmet Can Taş û ji malbata Alyamaç Mehmet Emîn Alyamaç, Selîm Alyamaç, Muhammed Alyamaç, Yunus Alyamaç û Omer Alyamaç, jiyana xwe ji dest dabûn.Ahmet Alyamaç û M.A. birîndar bibûn.
Di heman demê de doz hate vekirin û gelek kes ji herdu malbatan hatin girtin. Lê 6 kesan xwe nedan dest û derve diman.
Di çerçoveya li hevhatinê de her 6 kesên firar jî xwe radestî dadgehê kirin.
Di encama hevdîtinên rayedaran, siyasetmedar û rûspiyên deverê de malbatên Taş û Alyamaç li hev kirin ku aştiyê pêk bînin. Beriya merasima aştiyê ya ku li qada dawetê ya li navçeya Bismilê bê kirin, malbatan di bin Qur’anê de ji malên xwe derketin û hatin qada ku aştî lê bê kirin.
Niha herdu malbat li hevhatin û dê bi awayekî pêvajoya dadgehkirinê berdewam be.