CivakRojev

Li Nisêbînê neyartîya 22 salan bi aştîyê bi dawî bû

 

Neyartîya ku 22 sal berê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera malbatên Bilen û Akdenîz de ji ber şerê kujtinê dest pê kiribû, bi mudaxeleya raya giştî û rûspîyan bi aştîyê tewa bû. 

Di navbera malbatên Bilen û Akdenîz de 22 sal berê şer derketibû û di encamê de kujtin çêbûbû. Ji bo rakirina neyartîya 22 salan bi rêya rûspî û rêberên qenaetê yên Nisêbînê midaxele û hevdîtin hatin destpêkirin.

 Bi midaxeleya rûspîyên Nisêbînê Şêx Sebîh Elçîoglu û Suleyman Dogan, di navbera rûspiyên her du malbatan de hevdîtin hatin kirin. Li ser encamên erênî yên hevdîtinan, di navbera malbatan de xwarina aştîyê hat dan. 

Di bernameya ku li Salona Dawetê hat lidarxistin, Mevlûda Şerîf hat xwendin. Piştre di bin serokatîya Elçîoglû û Dogan de herdu ferdên malbatê destên hev girtin û li hev hatin. 

Şêx Sebîh Elçîoglû ku bi aştiyê dawî li neyartîyê anî, di daxuyanîya xwe de wiha got: “22 sal in di navbera van her du malbatan de dijminatîya feodalî hebû. Me malbatên xwe li hev anîn, serkeftin, xwedê ji van her du malbatan razî be. Ez hêvî dikim ku xwedê carek din nerehetîyê nexe nava gelê me”.

Suleyman Dogan jî gi axavtina xwe de got ku “Ev 22 sal in di navbera her du malbatên me de neyartî heye. Me ew anîn cem hev û li hev kirin. Xwedê ji her du malbatên me jî razî be. Hêvî dikim ku cwedê her tim aramîyê bide gelê me”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button