Civak

Li Mûşê bav û kurên xwe muxtarê gund kuştin

Li navçeya Beranik a Mûşê muxtarê gund Ferît Yasit (54) di êrîşa çekdarî ya Muzaffer Ozkan û 2 kurên wî de jiyana xwe ji dest da.Gumanbaran ku piştî bûyerê bi cendirmeyên ku operasyon li dar xistin re jî şer kirin û Muzaffer Ozkanê ku pê hesiya ku dê bê girtin, hat îdiakirin ku întixar kiriye. Di pevçûnê de yek ji kurên Ozkan jî birîndar bû.

Li gora gundî dibêjin, Muzaffer Ozkan û 3 kurên xwe piştî nimêja eydê çûn mala muxtarê gund Ferît Yasit.

Di êrîşa çekdarî ya Muzaffer Ozkan û kurên wî de muxtar Yasit ku li ber derî rawestiya bû birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendirme û tenduristiyê hatin gund û muxtar Yasit bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Mûşê, tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehat muxtar nehat rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da.

Ji bo girtina gumanbaran cendirmeyan operasyon li dar xist. Li derveyî gund di navbera bav, du kurên wî û tîmên cendirmeyan de pevçûn derket.

Di pevçûnê de yek ji kurên Ozkan birîndar bû. Hat îdiakirin ku Muzaffer Ozkan dema pê hesiya ku dê bê girtin întîxar kiriye.

Hat ragihandin ku lêkolîn hê jî dewam dikin.

Back to top button