
Ji ber germa zêde ya ku ev sê hefteyên dawîn li Meksîkayê bi bandor e, li seranserê welêt hejmara mirîyan 110 derbas kir. Germahîya li deverên Meksîkayê vê hefteyê nêzî 50 pileyî bû.
Di du hefteyên dawî de ji ber pêla germê ya li Meksîkayê hejmara mirîyan 110 derbas kir. Li gor nûçeyên ku di çapemenîya Meksîkayê de cîh digirin, bi taybet li bakurêrojava û başûrêrojhilatê Meksîkayê ji ber germahîya zêde mirin her ku diçe zêde dibin.
Li hin deveran germahîya hewaye gihişt 50 pileyî. Li bajarê Aconchi, Sonora, termometre roja Çarşemê 49 pileya Celsius nîşan da.