CîhanRojev

Li Lîbyayê ji ber lehiyê herî kêm 2 hezar kes mirin

li Libyayê di nava 12 demjimêran de barana zêde barî ba û bahozek gelek bi hêz hat. Lehî li bajarên rojhilatê Lîbyayê rabûn.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ku rojhilatê welat kontrol dike, Ehmed Mismarî, got: “Felaket piştî hilweşîna çend bendavên li ser Dernayê hat.” Wî got ku 2,000 kes mirine û 5,000 heta 6,000 kesên din jî winda ne.

Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhamîd Dabaiba ji ber lehiyê 3 roj şîn îlan kir.

Qais Fexirî, serokê Xaça Sor a Lîbyayê, ku bingeh li Bîngazî, li rojavayê Drna, pêşbînî kir ku jimara kuştiyan dibe zêdetirî 2,000 kes; “Drna zirareke mezin dîtiye. Geliyê ku di nav bajêr re derbas dibe ji 300 metreyan heta 600 metreyan fireh bû.”

Lehî ji ber derbasbûna bahoza nerm a Daniel ku roja Yekşemê li rojhilatê Lîbyayê xist, çêbû.

Bahoza Daniel ewil ji Tirkiye, Yewnanistan û Bulgaristanê derbas bû, paşê berê xwe da başûrê Behra Spî û li rojhilatê Lîbyayê xist; Tê payîn ku bahoz bi hêzeke kêm ber bi Tûnisê ve biçe.

Back to top button