CivakPolîtîk

Li Kurdistanê dengên AKPê zede bûne

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê referendum dawî hat. Li gora encamên ne fermi ERÊ ji % 51.4 û NA ji % 48.6 deng girtine.Ev referendum ji bo guhertina hinek maddeyên destûrê behtir ji bo guhertina Sistema Tirkiye ya îdarê hate kirin û xelkê li gora wê jî dengên xwe dan. Bê guman yê gotin Erê di propagandayên xwe de  pêwistiya guhertina Sistema dewletê didan pêş.. Yên digoti Na jî nedixwestin statukoya heyî bê guhertin û di propaganda xwe de behsa reveberiya kesek tine dikiran û li dijê Sistema serokatiyê disekinîn. Lê HDP tenê ji bo ku li dijê Erdogan û AKPê bû digot Na.Dema mirov encama hilbijartina dinere ji bo rewşa derketi hole baş têbêgihandin, dive mirov dengên referandumê de gotin Erê yan Na û dengên partiyên siyasî di  hilbijartinênên 1.11. 2015ê hatin standin bide berhev.Di referandumê dê, AKP û MHP û HUDA PAR digotin Erê. CHP, HDP û Partiya Seadet û HAK-PAR digotin Na.Hinek rêxistin û partiyên kurd biryara neçûyina ser sendoqan dan.Dema mirov li encamê dinêre dengên MHPê neçûne ji Erê re. Ji ber ku 3 kesayetên di MHPê de bi bandor kampanya Na rêve dibiran û dengê MHPê piraniyek mezin çûn ji bo Na. Eger bingeha MHPê deng dabûna Erê, dê li Edenê û Mersinê rewş ne wek niha bûya û gelek cuda bûya.Cara yekem e AKP li Stanbul û Enqere dengên xwe kêm kirin.  Lê li hemû bajarên Kurdistanê  AKPê dengên xwe ji % 7 heta ji % 12 prosend zêde kirin. Yani li Kurdistanê piraniya xelkê gotin Erê. Nisbetê çûyina li ser sendoqan cardin bilin bû. Tevahiya Tirkiye û Kurdistanê ji % 85 xelk çûn ser sendoqan.Bajarê herî zêde gotê Na Dersim bû. Li Dersimê % 19.59 goti Erê û Ji  %80.40 gotin Na. sedema vê vekirî pirsa taîfiye. Ne pirsek kurd yan jî Kurdistaniye.Çend minak ji hinek bajarên Kurdistanê:BATMAN:Erê : %36,48Na : % 63,52Hilbijartinê 2015HDP: Ji % 68.12AKP : Ji % 28.4 Diyarbekir:Erê : Ji % 32,42NA : Ji % 67,58Hilbijartin 2015:HDP: Ji % 72.08AKP : Ji % 21.4 MÊRDÎN :Erê : Ji % 40,96Na : Ji % 59.04Hilbijartinê 2015HDP : Ji % 72.79AKP : Ji % 21.37 Şirnex:Erê : Ji % 28.41Na : Ji % 71.59Hilbijarin 2015:HDP : Ji % 85.53AKP:Ji % 11.11 Sêrt :Erê : Ji % 47,93Na  : Ji % 52,07Hilbijartin 2015:HDP: Ji % 58.28AKP : Ji % 36.67WAN :Erê : Ji % 42,80Na : Ji %  57,2Hilbijartin 2015:HDP : Ji % 65.53AKP : Ji % 30.03Agirî :Erê : Ji % 43,06Na  : Ji  % 56,94Hilbijartin 2015:HDP : Ji % 68.14AKP : Ji % 26.93Hekarî:Erê : Ji %  32,53Na  : Ji % 67,47Hilbijartin 2015:HDP : Ji % 83.71AKP : Ji % 12.62Bitlîs:Erê : Ji % 59.35Na  : Ji % 40.64Hilbijartin 2015:HDP : Ji % 49.4AKP : Ji % 43.8Bingol:Erê : Ji % 72.56Na : Ji % 27.43Hilbijartin 2015:HDP : Ji % 29.5AKP : Ji % 64.6 Nûçe analiz/Rojevakurd   

Back to top button