Li Kurdistanê 26 şîrketên dermanê têne daxistin
Wezîrê Tendirustiyê eşkere dike ku bi sedema anîna dermanên xerap û serpêçîkirina rênimayiyan 17 kompanyayê dermanê têne daxistin 40 cihên qaçaxê derman jî têne eşkere kirin.
Dr Rêkewt Heme Reşîd Wezîrê Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye: Li demên derbasbûyî da me 17 kompanyayên dermanê daxistine û 9 kompanya jî me daye dadgehê. Sedemên daxistina wan kompanyayan û dadgeh kirina wan ji bo çendîn serpêçiyan vedigerê. Hinek ji wan sedeman, kompanya hebûye cihê wî yê hilgirtina dermanê baş nebûye, yan stîker û îcazeya Wezareta Tendirustiyê li derman nedaye, yan jî kompanya hebûye bi bê pişkinîn dermanê li bazar firoştiye.
Dr Rêkewt Heme Reşîd ronahî jî kir ku hinek kompanya hatine daxistin ji ber ku bi qaçaxî derman firoştiye û karê xwe bi neyasayî kiriye.
Wezîrê Tendirustî eşkere jî kir: Ji bilî li daxistina 17 kompanya, 40 cihên qaçax û ne yasayî yên dermanê jî hatine desteserkirin, ji wan 40 cihan hinek cih hebûye cihê nîştecîhbûnê bûne û xanî bûne, lê belê kirîn û firotina dermanê têda hatine kirin û me kariye wan eşkere bikîn. Li hinek cihên din jî li nav şuqe û dukanan de derman hatiye danîn û muamele pê hatiye kirin. Dezgehên asayîşê û polîs li peydakirina wan cihan û daxistina wan de gelek hevkarê me bûne.
Li gor amarên birêveberiya kontrola cûreya dermanê zêdetirê 120 kompanya li Kurdistanê karê hawirdekirina dermanê dikin.