Di êrîşa çekdarî ya li ser Konsolosxaneya Rûmetê(Fahrî) ya Swêd û Norwêcê ya li Îzmîrê de xebatkarekî konsolosxaneyê ku hemwelatiyê Tirkiye ye bi giranî birîndar bû. Hat îdiakirin ku êrîşkar Sûriyeyî ye û ji ber xebatên vîzeyê êrîş pêk aniye.
Li gorî nûçeya DHA’yê êrîşkarê ku ji cihê bûyerê reviyabû bi çekdar re hate girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Îzmîrê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Z.Ö. Di encama êrîşa çekdarî ya kesê bi navê E.T. Welatiyê me yê bi navê birîndar bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecîkê. Kiryarê bûyerê tevî amûra sûc hat binçavkirin û lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”