Cîhan
Li Iraqê xwepêşandan berdewamin
Li Iraqê xwepêşandanên li Basrayê destpêkirîn li bajarên din yên Başûr berdewambûn. Hukumet li himber xwepêşanderan nikarê kontrolê bike û bi tundî li himber wan disekine. Xwepêşandan niha li Bexdayê jî destpêkirin û gelek bajarên din jî belav dibe.Hêzên ewlehiyê cardin li himber xwepêşandana çek bi karanin û di encama herî dawî de 2 xwepêşandan hatin kuştin û zêdeyî 60 kes jî birîndar bûn.Bexda, Zîqar, Necef û Dîwaniyê xwepêşandan berdewamin , li gora hinek agahdariya heta niha 14 kesî jiyana xwe ji dest daye û hêjmara birîndaran jî zêde dibe.