Polîtîk

Li Iraqê 42 kesan darvekirin

Hikûmeta Iraqê 42 kesên darvekir ku jinek jî li nav wan de ye û Neteweyên Yekgirtî jî daxwaz li Iraqê dike sizayê darvekirinê hilbigrê. 

Hesen Şemmerî Wezîrê Dad a Iraqê eşkere kir ku li gor yasaya çara terorê 42 kes hatine darvekirin û jinek jî li van wan de ye.

Li ser vê rûdawê nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî li Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Iraqa Federal kir sizaya darvekirinê hilbiweşênê.

Back to top button