Cîhan
Li Îranê 4. Kurd, li 4. roja meha Remezanê hate sêdaredan
Li gor zanyariyên ku Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengaw berî nîvroya roja sêşem 28.04.2020 hukma sêdaredana welatiyeke Kurdê xelkê Dîwandere yê bi navê “Fayeq Şerîfî” li girtîxaneya Sine hate bi cîhkirin.
Li gor zanyariyan û çavkaniyeke agahdar yê bi navê Fayeq Emînî xelkê Awayî Tazaway Kon ku ser bi bajaroka Saralî Dîwandere ye û berî pênçsal bi tometa kuştina yek ji cîranên xwe hatibû desteser kirin û hukma sêdarêdanê li ser da hatibû sepandin.
Li gor amarên Hengawê li van çar rojên yekema meha Remezanê hukma sêdaredana çar welatiyên Kurd li girtîxaneyên Urmiye û Sine hatine bi cîhkirin. Sê welatiyên din jî yên bi navên Zirar Peyxamî, Yasir Resûl û Keywan Ella Muradî bi heman tometê hatibûn sêdaredan.