Li Hindistanê ji ber lehî û herifîna axê zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran ragihandin ku ew li bendê ne hejmara miriyan zêde bibe.
Li bakurê Hindistanê ji ber barana zêde û ji ber lehî û herifîna axê zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li eyaleta Hîmaçal Pradeş a li bakurê welêt baran û bayê zêde bandora xwe didomîne. Serokwezîre Himachal Pradesh Sukhvinder Singh Sukhu, di daxuyanîya xwe de diyar kir ku li eyaletê di 24 saetên dawîn de zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 20 kesan jî asê mane. Serokwezîr pêşbînî kir ku hejmara mirîyan dikare zêde bibe. Li bajarê Şîmla yê bajarê Hîmaçal Pradeşê piştî herifîna axê li Perestgeha Şîv a cesedê 14 kesan hatin dîtin.
Li gor nûçeya NDTVyê, Wezîrê Karên Hundir Amît Şah diyar kir ku ekîbên Hêza Bersiva Afatên Netewî (NDRF) li parêzgehê ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê dest bi operasyonê kirine. Midûriyeta Meteorolojîya Hindistanê (IMD) ji bo her du eyaletan “hişyarîya sor” da, pêşbînî kir ku baranên dijwar wê di 24 saetên pêş de li deverên cuda yên Himachal Pradesh û Uttarakhandê bidomin.