Ji ber germa li bakur û rojhilatê Hindistanê di 2 rojan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Midûrîyeta Meteorolojîya Hindistanê (IMD) daxuyand ku germahîya hewayê li herêma Ballia ya Uttar Pradeşê ji normên demsalî ji 42,2 pileyî derket.
Bijîşkan diyar kirin ku ji ber germa ku di 2 rojên dawî de li Uttar Pradeşê 34 û li Biharê 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, bila kesên ji 60 salî mezintir dernekevin derve. Hat diyarkirin ku kesên li Uttar Pradeşê jiyana xwe ji dest dane ji 60 salî zêdetir in û dibe ku germê nexweşîyên wan ên heyî zêde kiribe.
Rayedarên eyaletê ragihandin ku pêla germê ya ku li Hindistanê bi bandor bû, li 24 herêmên eyaleta Bihar a rojhilatê bandor kir. Rayedaran diyar kirin ku di nava 24 saetan de ji ber pêla germê 2 jê polîs 12 kes mirin.
Li Biharê germahî gihîşt 45 pileyî, rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan ku ji hewaya germ bi tedbîr bin.
Li Hindistanê ku mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê bi giştî germ in, di van salên dawî de ji ber germahîyê bandorên pir girantir têne dîtin.