Hat ragihandin ku li Hewlêrê depoyek bê ruxset ku çek û parçeyên cuda tê de dihatin veşartin, hat desteserkirin.
Di daxuyanîya Rêveberîya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê de hat ragihandin ku piştî agahîyên pêwîst hatine bidestxistin, li navçeya Lawan a Hewlêrê depoyek bê ruxset ji alîyê tîmên Asayîşa Hewlêrê û Zerevanî ve hatiye desteserkirin.
Hat ragihandin ku di lêgerînên de bi dehan çekên wek kalaşnîkov, M4, sekvan û BKC, gelek fîşek, bi sedan parçeyên cuda û gelek amûrên taybet hatin bidestxistin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku xwedîyê depoyê hatiye binçavkirin û di derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.