Li Hewlêr Tirkiye hate şermezarkirin
Li Hewlêr êrîşên Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina zarok û hevwelatiyên sivîl bi xweoêşandanek girsehî hate şermezar kirin.
Di evê xwepêşandanê de xwepêşanderan Ala kurdistanê û weneyên qurbaniyên van êrîşan bilind kirin û bi yek dengî sekinandina êrîşên Tirkiye û Îranê li li ser Kurdistanê protesto kirin û daxwaza sekinandina van êrîşan kirin.
Di derbarê de endamê Komita rêvebir ya Yekitiya Jinên Kurdistanê Mujde Saleyî, ji rojnamevanan re ragihand, ku ew demeke deverên sînorîyên herêma Kurdistanê ji alîyê Tirkiye ve tên bombebarankirin. Ew yek binpêkirina serwerîya sînorê xaka Iraqê û herêma Kurdistanê ye, di heman demê de jî ziyaneka mezin a gîyanî û darayî gihandiye hevwelatîyên ku lie wan deveran dijîn.
Mujde Saleyî herwiha got: Ew yek berovajîyê qanûn û prensîpên navdewletî ne û binpêkirina vekirî ya mafê mirovane û ew yek di demekê de ye, ku hukûmeta Tirkiye daxwaz ji Sûrîa dike kuştina hevwelatîyên xwe rabiwestîne. Belê di heman demê de Tuirkiye bi xwe hevwelatîyên sivîl dikuje, şehîd dike û birîndar dike û mal û vayîyên wan wêran dike.
Ji ber ewê çendê jî em wek kempêyna rêxistinên civakên sivîl ku nûneratîya 200 rêxistinên civaka sivîl dikin, bi awayekî tund êrişên Tirkiye û binpêkirinên wan şermezar dikin û daxwaz dikin, ku Tirkiye zû dest ji van binpêkirinan berde bêyî ku hêcetekî bihîne. Hukûmeta Tirkiye li hember şehîdkirin û ziyangihandin bi hevwelatîyên Kurdistanê bi fermî daxwaza lêbiorînê ji xelkê Kurdistanê bike.
Mujde Saleyî herwiha di dirêjîya bêjedana xwe de got, ku daxwaza wan ewe di demê hebûna her cure arîşeyeka siyasî alîyên arîşeyê dest bi guftûgoyan bikin û komîteyên dostane di navbera Iraqê û Tuirkiye de bihên sazkirin û bi ti awayekî û di her cure şert û mercekî de alîyên arîşeyê penah bo şer û kuştin û ziyangihandin bi xelkê nebin.
Herwisa hate ragihandin ku dê ev çelakiyên xwe bi hemî awayî berdewam bikin. Heta ku daxwaza wan bête cih anîn.
Xwepêşandana di demjimar 10:00 sibehî de ji çriyana Einkawa dest pê bû û heta berdem konsûlxaneya Tirkiye ya li bajarê hewlêrê berdewma bû.