Piştî “Derbeya spî” ya li Parlamena Iraqê xwepêşanderên şie avahiya parlamenê dagir kirin û bi vî awayî proseya siyasî ya Bexdayê hate ragirtin. Aliyê kurd ku li Bexdayê yekhelwest bûn, tê hêvîkirin ku ji bo çareserkirina pirsên navxwe li Hewlêrê jî gav bên avêtin. Tê çaverêkirin ku layanên siyasî yên kurd heman helwestê li Hewlêrê jî nîşan bidin û li ser referandûmê, aktîvkirina Parlementoyê û çareserkirina qeyrana siyasî lihev bikin û rêk bikevin. Li Herêma Kurdistanê di nava hefteyê de rojeva sereke, piştî qeyrana siyasî ya li Parlamena Iraqê serdegirtina xwepêşanderan û vegera parlamenterên kurd bo Kurdistanê bû. Hêvî hebû ku projeya reform û revîzyonên Serokwezîr Heyder İbadî li parlamenê bên pesendkirin, lêbelê piştî ku parlamenterên grevgirtî yên komên şîe bi “derbeyek spî” Serokê Parlamenê û herdu cîgirên wî ji kar girtin, pêvajo xetimî. Di destpêka hefteyê de jî li ser banga Serokê Tevgera Sadir, Mûqteda el Sadir xwepêşanderan bi ser avahiya parlamenê de girtin û bi vî awayî li welat rewşek aloz û nediyar rû da. Di vê rewşê de aliyê kurd biryar da ku heta serkirdetiya kurd biryar nede venegerin Bexdayê. Kurd ji aliyekê ve bi biryar in ku proseya li gel Baxdayê berdewam bikin, ji aliyê din ve ji di mijara rapirsiya serxwebûnê de dest bi gavên berçav dikin. Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar daxuyand ku di mijara rapirsiya serxwebûnê de ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û partiyên din lihev kirine. Piştî van daxuyaniyan Civata Serkirdetiya PDK’ê jî di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û biryar da ku ji bo diyarkirina dîroka rapirsiyê desteyek bê damezrandin û ligel partiyên din jî hevdîtin bên pêkanîn. Lê aliyên siyasî dibêjin ku beriya rapirsiyê, herweke li Baxdayê bûye, divê partiyên kurd li Hewlêrê jî di nav xwe de yekîtiyê pêk bînin, ji bo çareserkirina pirsên navxweyî, demek ji ya din zûtir Parlamen û Hikûmetê çalak bikin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vegera Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa bo Kurdistanê peyama “xêrhatinê” şand û heman demi de berpirsên Goran jî di peyamê xwe de diyar kirin ku ew amade ne ligel PDK’ê rûnên. Ev geşedan li Herêma Kurdistanê weke destpêka pêvajoyek nû tên şirovekirin. Pîre: Divê em li hêviya nexşeya Lavrov û Kerry nemînîn Derbarê geşedanên li Herêma Kurdistanê û Iraqê de Endamê Polîtbiroya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre bo BasNûçe’yê re got: “Kurdan ligel damezrandina Iraqa demokratîk û federal, ji bo jiyandina rêveberiyê jî erkê xwe bicîh anîn. Mafê biryar û îradeya ji bo serxwebûnê jî di destê kurdan de ye.” Pîre diyar kir ku li ser Peymana Sykes – Picot re sed sal derbasbûye û Kurd divê li hêviya nexşeyek nû ku bi rêkeftina Kerry û Lavrov bê diyarkirin nemînin: “Divê kurd bikarin ji rewşa îro ya navçeyê sûd werbigrin û ji bo garantîkirina destkeftiyên xwe biryaran werbigrin. Lê ji bo vê jî divê em beriya hemû tiştekî arîşeyên navxweyî çareser bikin. Di sala 1992’an de bi tevê hemû nexweşî û nakokiyên navxwe, me karî em derbarê paşeroja xwe de projeyekê amade bikin û Hikûmeta Federal a Kurdistanê damezrînin. Ev mînak ji bo dîroka kurdan ezmûnek pir girîng e. Em îro dibêjin ku helwesta yekîtiya kurd li Bexdayê rast bû. Di pêvajoyek wiha de divêya bû ku Parlamena Kurdistanê û hikûmet çalak biba. Herêma Kurdistanê di bin gefek ciddî yê siyasî û ewlekariyê de ye. Di vê rewşê de, ji bo em bikarin derbarê paşerojê de biryarên rast û tendurust bidin, divê bi beşdariya hemû partî û aliyan carek din hikûmet û parlamenê çalak bikin. Di vê mijarê de jî hevdîtinên me yên ligel aliyan berdewam dike.” Goran: Yekîtiya kurdan erkek dîrokî û lezgîn e Berpirsê Fraksiyona PDK’ê li Parlamena Iraqê û Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Xesro Goran jî diyar kir ku pêwendiyên Bexda û Hewlêrê ji sala 2014’ê ve ketiye nava seyrek cûda û ji ber pirsgirêk di dema xwe de nehatine çareserkirin, rewşa îro peyda bûye. Goran ji BasNûçe’yê re got: “Di du salên borî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi caran nûnerên Hewlêr û Bexdayê civiyan, rêkeftin kirin. Lê di dema pêkanîna xalên rêkeftinan de carek din vegeriyane xala “sifirê.” Ji ber pirsgirêk di dema xwe de nehatin çareserkirin, Iraq îro ket vê rewşê. Di vê rewşê de em hê jî ligel Bexdayê berdewam dikin û dibêjin ku em perçeyek in ji Iraqê. Rûniştinên parlamenê rawestiyane lê wê bi awayekê berdewam jî bikin. Di dawiya vê pêvajoyê de kurd ji Iraqê veqetin jî wê ev yek di encama lihevkirina ligel Bexdayê, pêk bê. Di vir de ya girîng ew e ku aliyê kurd karî li hember rûdanan yekgirtî bibe, ev e cihê şanaziyê ye. Herwiha aliyê şie, sunne û hêzên navdewletî jî ev helwesta yekgirtî ya kurdan teqdîr kirin. Divê ew îradeya hevbeş a li Bexdayê li Hewlêrê jî bê nîşandan. Divê kurd heman helwesta yekgirtî ji bo çareserkirina pirsên navxweyî jî nîşan bidin. Li hember guhertinên li navçeyê û Iraqê, ji bo parastin û pêşvebirina destkeftiyên kurdan, gav avêtin erkek dîrokî û lezgîn e. Heger ev yek pêk bê, wê gavên me yên ber bi paşerojê jî bihêztir bibin.” Mihemed: Divê yekîtiya li Bexdayê, li Hewlêrê jî çêbibe Parlamenterê Tevgera Goran Bêstûn Fayiq Mihemed jî diyar kir ku ji bo Herêma Kurdistanê li hember qeyrana Bexdayê û tekoşîna li dijî DAIŞ’ê bihêz bibe, divê pirsgirêkên navxweyî zûtirîn demê de çareser bike û wiha berdewam kir: “Divê yekîtiya li Bexdayê pêkhatiye, li Hewlêrê jî çêbibe. Ji bo pêkanîna yekîtiya nav kurdan ti şertên me nîn in. Em dibêjin eger Serokê Parlamenê û Wezîrên Tevgera Goran vegerin ser karên xwe, wê pêvajoya asayî berdewam bike. Hingê wê Parlamento bikare rûniştinên xwe yên asayî bike û hikûmet jî çalak bibe. Tevgera Goran li Parlamenê partiya duwem e û bawer nakim ku aliyên din formula çareseriyek bêyî Goran jî bigerin. Di demên dawî de di navbera Tevgera Goran û YNK’ê de ji bo li hev nêzîkbûnê rêkeftinek pêk hat. Ev yek ji bo li hev nêzîkbûna aliyên din jî destpêkek girîng e. Weke tê zanîn birêz Noşîrwan Mistefa ku di jiyana siyasî ya Kurdistanê de fîgûrek girîng e, beriya demekê vegeriya Kurdistanê. Dikarim bêjim ku wê bi hatina xwe, ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya li Kurdistanê rolek girîng bigre serxwe.” Ebdûllah: Divê kurd hizra serxwebûnê bikin Berpirsê Rêxistina YNK’ê yê Hewlêrê û parlamenê kevn Rêbûwar Îsmaîl Ebdûllah jî bibîrxist ku bi tevî hemû qeyranan jî hê jî Bexda navendek girîng ê siyasî ye û diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê kurd ji bo berjewendiyên xwe nebin aliyê perçeker ê Iraqê û wiha got: “Hemû biryarên ku Herêma Kurdistanê derbarê paşeroja Kurdistanê de bigre, wê dîsa Bexda bibe mûxatab. Kurd li Iraqê aliyek girîng ê hevsengiyê ne. Ji ber vê yekê jî kurd piştgiriya kîjan aliyê bikin, ew ê bibe aliyek girîng ê biryardanê. Di dema hilweşandina rejîma Sadam de kurdan ji bo avakirina Iraqa demokratîk û federal rolek berçav lîstin. Destûra Iraqê jî li ser hîmê garantîkirina mafê şie, sunne, kurd û aliyên hate nivîsandin. Helwesta kurdan ya li hember vederkirina şieyan rast e. Divê, di bara civaka navdewletî de kurd nebin sedemê sereke yê dabeşbûna Iraqê. Lê heger proseya siyasî ya li Iraqê serkeftî nebe, perçebûna welat emrîwaqî be, hingî kurd weke plana B, divê hizra serxwebûnê bikin.” Raber: Divê em pirsgirêkên navxwe çareser bikin Endamê Serkirdetiya Komela Îslamiya Kurdistanê Şivan Raber jî destnîşan kir ku hindek hêzên navxwe û yên derekî hewl didin Bexdayê têk bidin û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî jinav bibin. Raber bo BasNûçe’yê got: “Tê dîtin ku hindek aliyên şîe bi pevçûnên navxwe zirarê digehînin hemû aliyan û kurdan jî. Ev rewş ji bo kurdan dibe peyamek û erkekê jî derdixe pêş. Divê kurd navmala xwe rêkbixin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî eve qonaxek girîng e. Yekîtiya me wê destê me li Baxdayê jî bihêz bike. Ji bo vê jî divê stratejî û bernameyek me yê zelal hebe. Di civîna navbera PDK, YNK û Yekgirtû de biryara çalakkirina Parlamen û Hikûmetê hatibû wergirtin. Me jî diyar kiribû ku em piştgirî bidin vê biryarê. Lê hê jî ji bo vê yekê gavek berçav nehatiye avêtin. Di serdemek wiha de ku mijarek netewî ya rapirsiya serxwebûnê tê gotûbêj kirin, divê hikûmet û parlamen çalak bibe. Heger wiha be wê beşdarbûna rapirsiyê û encamên wê jî bihêztir bin.” Yawer: Erîşên DAIŞ’ê bê encam man Derbarê êrîşên DAIŞ’ê yên di nava hefteyê de Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cabar Yawer ji bo BasNûçe’yê axivî û da zanîn ku çend armancên sereke yên êrîşa DAIŞ’ê hebûn û ev yek jî wiha anîn ziman: “Xwestin bersivê bidin şikestina xwe ya nahyeya Beşîr a Kerkûkê. Ya duwem jî dixwestin bi taybet navçeya Tilsqûf û eniyên din de pêş ve bên û eniya berevaniya Pêşmerge têk bidin. Sedema sêyem jî ew e ku xwestin amadekariyên operasyona Mûsilê têkbidin ku ev demeke Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û Hêzên Hevpeymanan amadekariyan bo wî dikin. Lê di hemû eniyan de rastê berevaniyek bi hêz a Hêzên Pêşmerge hatin û şikestin.” Cabar Yawer diyar kir ku piştî rêkeftina di navbera aliyan de rewşa Xûrmatû aram bûye û got: “Qaymeqamiya Xûrmatû jî daxuyand ku rewşa navçeyê aram e û jiyan asayî ye. Çekdarên Heşdî Şabî li gor xalên rêkeftinê bingehên xwe yên li navçeyê daxistin. Hêzên Pêşmerge jî vegeriya eniya li dijî DAIŞ’ê. Niha hêzên polîs û asayîşa herêmê ewlekariya navçeyê diparêze. Em li Kurdistanê ligel ereb, tirkmen, sûryanî, şîe, sûnne, şabek, êzdî û mesihyan pêkve dijîn û tu pirsgirêkên me ligel tu aliyekî jî nînin.” Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge derbarê şiroveyên ku dibêjin wê Hêzên Pêşmerge beşdarê NATO’yê bibe jî got ku ev îdîayên ne rast in. Yawer herwiha diyar kir ku her çar helîkopterên Apachî yên gehiştine Firokexaneya Nevdewletî ya Hewlêrê jî, yên artêşa Amerîkayê ne. Elî: Pêşmerge bi taktîk bersiva taktîka DAIŞ’ê da Di nava hefteyê de piştî serkeftina Hêzên Pêşmerge li nahyeya Beşîr a ser bi bajarê Kerkûkê, çekdarên DAIŞ’ê li pênc eniyên Mûsilê êrîşê çeperên Pêşmergeyan kir. Li eniyên Xazir, Newêran û Başîqayê piştî pevçûnên rojekê êrîşên DAIŞ’ê hatine jinavbirin. Li eniyên Guwêr û Tilsiqûf jî du rojan berdewam kir. Derbarê mijarê de Fermandarê Pêşmerge li Eniya Guwêrê Necad Elî got: “DAIŞ’ê bi rêya xwekujan û wesayitên bombebarkirî êrîşên dawî encam da. Di nav salekê de yekem car e ku êrîşek wiha berfereh pêk tînin. Cara yekem bi vê taktîkê û bi hêzek wiha mezin ve êrîş kirin. Hêzên Pêşmerge bi taktîk bersiva wan da û li hemû eniyan jî bi kêmtirîn qurbaniyan êrîş pûç kirin. Êrîşên li Guwêr û Tilsiqûfê berferehtir bûn. Xwestin Tilsiqûf dagir bikin lê derbeya mezin jî li wir xwarin. Bi dehan otomobîlên zirxpoş û bombebarkirî hatin jinavbirin û bi sedan çekdar hatin kuştin. Ji bo Hêzên Pêşmerge serkeftinek girîng a leşkerî bû.” Resûl: Rizgarkirina Beşîr ji bo ewlekariya Kerkûkê girîng bû Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başûrê Kerkûkê Westa Resûl jî diyar kir ku Heşdî Şabî ev e du sal in nekarî nahye ya Beşîr ji DAIŞ’ê paqij bike lê Hêzên Pêşmerge bi operasyonekê nahye rizgar kirin û got: “Hêzên Pêşmerge bi alîkariya Hêzên Hevpeymanan karî nahye ya Beşîrê ji DAIŞ’ê paqij bike. Bê guman Beşîr cihek girîng û stratejîk e. Bi rizgarkirina vê herêmê, xetera topbarankirina Kerkûk, Taze û Xûrmatûyê jî ji hole rabû. DAIŞ’ê beriya niha bi çekên kîmyewî li vê navçeyê êrîşê Kerkûk û navçeyên wê kiribû. Ya duwem jî Beşîr hezar 700 mal e û nahyeyek mezin a tirkmenan e. Weke Hêzên Pêşmerge me bi vê serkeftinê nîşan da ku em ji ewlekarî û parastina hemû pêkhateyan berpirsin û herwiha erkê me ew e ku em hemû axa Kurdistanê ji gefa terorîstan rizgar bikin.” Barzanî: Pêşmerge destan tomar kir Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peywendiyekî telefonî de li gel Fermandarê Hêza 70’ê ya Hêzên Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa, pîrozbahiya azadkirina navçeya Beşîr li gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir û destxweşî li fermande û Pêşmergeyan kir. Mesûd Barzanî herwiha derbarê têkbirina êrîşên DAIŞ’ê jî peyamek belavkir û destxweşî li Pêşmerge kir. Barzanî sersaxî ji malbatên Pêşmergeyên jiyana xwe jidest dane re xwest û hêviya çareseriyek bilez ji bo birîndaran xwest. Barzanî spasiya xwe ji hêzên hevpeymanî jî re anî ziman û got: “Pêşmerge li beranber êrîşa berfireh a hêzên dirinde ya terorîstên DAIŞ’ê li hemû hêlên şer li bereya Bakûrê Musil dastenekî kêmwêne ya berxwedan û qehremaniyê tomar kir.”
Barzanî: Em girîngî didin raportên Amnesty Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Amnesty International Selîl Şetî û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de Selîl Şetî bi kirtî behsa erk û kar û sirûşta çalakiyên Amnesty li Rojhilata Navîn û Efrîqa û Kurdistanê kir. Sekreterê Giştî yê Amnesty bahsa rapora rêxistinê ya di derbarê rewşa mafê mirovan yên li bereyên şerê dijî DAIŞ’ê kir û nîgeraniyên xwe bo Barzanî ragihand. Barzanî jî ragihand ku rapor û têbîniyên wan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi girîngî têne wergirtin û dezgehên peywendîdar duvdaçûnê li ser wan dikin. Barzanî balkişand ser êşên gelê Kurdistanê yên di sed salên derbasbûyî de û her wiha tawanên DAIŞ’ê yên di derbarê pêkhate û gelê Kurdistanê de.
Balyozê Îranê serdana Barzanî kir Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahadînê pêşwaziya Balyozê Komara Îslami ya Îranê li Bexdayê Hesen Danayîfer û şandekî ligel kir. Di hevdîtinê de Balyozê Îranê pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmerge li Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî kir bi taybetî yên li bereya bakûrê Musil û gundê Beşîr ku derbeyek giran li DAIŞ’ê hate dayîn. Her wiha Barzanî siyaset û dîtin û nêrînên welatê xwe yên di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên siyasî agahdar kir. Her di vê hevdîtinê de derbarê qeyrana siyasiya Iraqê û rûdanên Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser rewşa meydanî ya bereyên şerê DAIŞ’ê û qonaxa piştî DAIŞ’ê û azadkirina Mûsilê.
Mesrûr Barzanî: Iraq perçe bûye! Rawêjkarê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Endamê Kongreya Amerîkayê Senator Marco Antonio Rubio kir. Di hevdîtinê de ku Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî amade bû behsa şerê dijî terorîstên DAIŞ’ê, amadekariyên heyî yên bo operasyona azadkirina Mûsilê û rêbazên hevkariya zêdetir ya di navbera Amerîka û Kurdistanê de hatin kirin. Di civînê de Rubio tekez li ser girîngiya rola Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir û got, “Rola kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê û terorîzma cîhanî de roleke serekî û bibandor e.” Her wiha giftûgo li ser liv û tevgerên siyasî û civakî û astengiyên berdem rekeftina siyasiya berfire di navbera pêkhateyên Mûsilê de piştî azad kirina vê deverê hate kirin û Mesrûr Barzanî careke din tekez li ser girîngiya dabîn kirina hevkariyên leşkerî û darayî bo hêzên Pêşmerge kir û got: “Li gor me lazim e bo vê operasyonê hêzên Pêşmerge jî weke artêşa Iraqê were pirçekkirin.“ Di beşeke din ê civînê de behsa alozî û nakokiyên navbera pêkhateyên Îraqê hate kirin û Mesrûr Barzanî eşkere kir ku li Bexdayê de eqiliyetek heye ku hevparî û hevbeşî qebûl nake û ev tişta ku li gor ast û karînên me de bû bo parastina welat bi yekparçeyî û hevbeşî me kir lêbelê niha di warê piratîkî de Iraq hatiye parçekirin. ‘Ji bo jinavbirina DAIŞ’ê Pêşmerge hêviyek mezin e’ Rawêjkarê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser şêweyê kontrolkirina pêla penaberên şerê rizgarkirina Mûsilê ligel Serokê Heyva Sor a Iraqê Dr. Yasîn Elomerî û Serokê Liqa Hewlêrê yê Heyva Sor a Iraqê İhsan Sadiq û Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed civiya. Di civînê de behsa şêweyê kontrolkirina pêla penaberên şerê rizgarkirina Mûsilê hate kirin. Di hevdîtinê de rewşa mirovî li kampên penaberan li Herêma Kurdistanê kirin, Heyva Sor a Iraqî spasiya Herêma Kurdistanê kir ku tevî vê qeyrana darayî karîbû pêşwaziya milyonek 800 hezar penaberî bike. Her wiha behsa amadekariyên şêweyê kontrolkirina pêla penaberên piştî destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê hate kirin, bi cûrekî ku jiyana wan were parastin û karîgerî li ser ewlekarî û rewşa Herêma Kurdistanê neke. Ji bo vê proseyê biryar e Heyva Sora Iraqê bi alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdawîstiyan bo penaberan peyda bikin.
Çiyayî Brûsk/Basnews