Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê desteserkirina grûpeke DAIŞê li Hewlêrê ragihand û got, “Rêveberiya Giştî ya Dije Terora Kurdistanê, li Hewlêrê grûpa `wîlayeta şîmal Bexda ya ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê destser kir. Ev grûp ji grûpeke emnî pêk dihat û li Hewlêrê ev demek e mijûlî avakirina mefrezeyekê û dabînkirina kesên xwekuj bû ji bo wê mefrezeyê û karîbûn 3 kesan ji bo êrişên xwekujî peyda bikin.”
`Çek û kelûpelên serbazî dişandin Bexdayê`
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Yek ji kiryarên terorîstî yên vê grûpê ew bû, xwekujekî bi navê `Hidayet` yê vê grûpê, roja 19ê Tîrmeha 2021, di roja erefê ya Cejna Qurbanê de li herêma sivîlan a Sedir a li Hewlêrê xwe teqandibû.”
Herwiha Encûmena Asayişê diyar dike, “Vê grûpê çek û pêdawîstiyên serbazî dikirîn û bo Bexdayê dişandin. Plana wan hebû ku di pêşerojê de kiryarên terorîstî yên zêdetir bikin. Lê bi hewl û çavdêriya dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, hatin eşkerekirin û endamên wê grûpa terorîst hatin desteserkirin.”