Polîtîk

Li Hewlêr daxwazên li ser pêlava zêr zêde bûye

Bi sedema başbûna jiyana beşek ji xelkê Herêma Kurdistanê, daxwazên li ser kirîna zêr jî zêde bûye û ji niha de gihîştiye radeyek ku jinên Kurd dixwazin şûna li dest û milan bi zêran bixemilînin, zerîngerên Hewlêr baldikşînin li ser wê yekê ku ji niha ve daxwazên li ser pêlavên zêr gelek zêde bûye û zilam jî xencer û demançeyên xwe bi zêran hildikêşin.

Beyar Ekrem zerîngerê li bajarê Hewlêrê dibêje: “Niha milvankên giranbiha dirust dikin ku kêşa wê ji 30 misqal ve destpêdike heta 60 misqalan, bazin dirust dikin ku kêşa wê 15 misqale û nirxa wê çar hezar û 500 dolare, paşê milvankeyên pehn dirust dikin ku niha daxwazeke baş li ser heye û ji Hîndistanê ve ji bo me tê, ji ber ku li vir nikarîn dirust bikîn û kareke zêde têda heye û nirxa wê 10 hezar dolare, û piştên û kembera jinan jî nirxê wan li ser 10 hezar dolare û daxwazeke zêde li ser heye”.

Li gor gotina Ekrem niha daxwaz li ser pêlavên jinan zêde kiriye, li vî warî de dibêje: “Nûtirîn perçeya zêr ku niha modêle û daxwazeke zêde li sere û em bi xwe dirust dikin, pêlavê jinane ku 40 misqal zêr têda hatiye bikaranîn û nirxa wê 18 hezar û 500 dolare”.

Her wiha Diyar Ezîzê zêrînger jî li bazara bajarê Hewlêrê dibêje: “Beşek ji mal axayên Hewlêrê tên û demançe û Kelaşnikof û xencerên xwe av zêr dikin, nirxa wê jî li gor daxwaziyên wan diguhere. Lê belê bi giştî avzêrkirina xencer 1000 dolar heta 40 hezar dolaran pêktê”.

Li gor zanyariyan li van 10 mehên îsal de nêzîkî 96 ton zêr hatiye Herêma Kurdistanê ku 58 ton û 847 kîlo li bazarên Silêmanî û 38 ton û 814 kîlo li bajarê Hewlêr û yek ton û 671 kîlo li bazarên Dihokê hatiye firotin, her wiha beşek ji wan zêran li bajarên Iraqê hatiye firotin.

Back to top button