Erebistana Saudî oldarê Şîe şêx Nimr Al-Nimr li sêdarê da digel 47 kesên dî bi tawana piştevaniya şaneyên terorîst li wî welatî darvekirin.Li ser vê bûyerê li Îranê xelkê êrîşê balyozxane û konsolusiyên Saudiyê kirin û berpirsên Îranî li dijê Saudiyê daxûyaniyên tund dan û bûyera darvekirina Nimr şermezar kirin.Li himber vê yekê Saudiyê diplomatên xwe ji Îranê derêxistin û herweha diplomatên Îranê jî ji welatên xwe derêxist.Saudiyê da xûyakirin ku hemû girêdanê diplomatik li gel Îranê dawî anîn.Li ser vê bûyerê du welatên din jî yên erebî pêwendiyan xwe yên diplomasi li gel Îranê qut kirin.Li cîhanêde ev yek wek destpêka şerek mezhebî tê nirxandin.Di rastiya xwe de, li Rojhilata Navîn bûyerên li Suriye û Iraqê çêdibin bi xwe bingehê şerek mezhebiye.Li Suriye bi temamî şerek mezhebî heye. Ji bo vê yekê jî Îran, Şîeyên Libnanê Hizbullah û gelek şîe ji welatên din , li Suriye tenişta rejima Esed sekinine û şer dikin. Herweha li Iraqê şerê navbera Şîe û Sunne bingehe.Tê zanin ku, îro li herêmê welatên wek Îranê, rejima Suriye, hukumeta Nawendî ya Iraqê û gelek rêxistinên din eniyek ya Şîe pêkanîne.Ji aliyek din Saudî, Qeter û Tirkiye jî serkêşîyek ya eniya Sune dikin.Şerê li Yemenê çêbûyî jî gelek vekirî şerê Şîe û Sune bû.Li herêmê hemû hêz li gora mezhebên xwe dieniyên Sune û Şîe de cih digrin.Di roja me de tenê li herêmê li Kurdistana Başûr, Kurd şerekî ji bo xaka welatê xwe didin û şerekî ju bo daxwaziyên netewî didin.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025