CîhanRojev

Li herêmê dijê Îran ê Erdogan bereyek tê avakirin

Wezîrê Îstixbarata yê Îsraîlê Eli Cohen di derbarê rewşa siyasî li herêmê nirxandinek kir û behsa bereyên siyasî li herêmê têne avakirin kir. Cohen da xûyakirin ku, di herêmê de Îsrail bi hevkariya Amerikayê hêztir dibe. ev yek dibe sedmek ku bereyek ji aliyê Misrê,Sudan,behreyn û Îmareta ve li himber Îranê serokkomarê Tirkiye tê avakirin.r

Eli Cohen di hevdîtineke ligel Kanala 20ê ya Îsraîlê pêkanî û nirxandina xwe de dibêje: “Îsraîl ligel hejmarek welat û daxwazkerên asayîkirina peywendiyên ligel Îsraîlê di têkiliyê de ye, ev jî piştî derketina encamên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê dê encamên wê derkevin holê. Îsraîl hewl dide peywendiyên xwe yên ligel welatên Erebistana Siûdî, Umman, Qeter, Nîjerya û Mexrîbê (Fas) asayî bike.”

Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê berdewamiya axaftina xwe de got: “Niha herêm di guhertineke mezin a dîrokî re derbas dibe. Di encama hêza aborî û serbazî ya Îsraîlê û bi rijdbûna Amerîkayê de, îhtimaleke mezin heye bereyeke bihêz ji welatên Misir, Sûdan, Behreyn û Îmaratê li hember Îran û Erdogan pêk bînin.”

Back to top button