Polîtîk

Li Germiyan PKK û Hêşda Şebî bûne yek

Berpirsê Şaxa 22 ya PDKê Ekrem Salih amaje bi wê yekê dike ku têkeliyên PKK û Heşda Şeibî li sînorê Germyan biqwet in û herdu li navçeyê aloziyên îdarî û siyasî û ewlehê derdixin.Ekrem Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Têkeliyeke mezin di navbera PKK û Heşda Şeibî de li sînorî Xurmatû heye, nexasim li ser asta rêxistin û rêxistinên wan de û di nava wan de hevahengiyeke baş heye. PKK û Heşda Şeibî li Şingalê jî ketine yek çeperê de.”Salih wiha got: “PKK û Heşda Şeibî karên rêxistinî û siyasî dikin û rê nadin îdareya hikûmetê û partiyên siyasî ku karê xwe bikin û gelek caran pirsgirêk û aloziyên îdarî û siyasî û ewlehî derdixin.”Wî berpirsê PDKê wiha domand: “PKK dixwaze bi her awayekî be hêzên xwe yên çekdarî li nava bajaran belav bike û pilana wê heye ji bo berhirehkirina sînorên çekdarî li Başûrê Kurdistanê. Herwiha li Xurmatû jî dixwazin sûdê ji valahiya îdarî li wir werbigirin, da ku ji wir de siyaseta xwe cîbicî bikin.”

Back to top button