Cîhan

Li Fransa tûra yekem a hilbijartinan de rastgîrên tûndrew serketin..

Li Fransayê tûra yekem a hilbijartinên giştî yên pêşwext roja Yekşemê hat lidarxistin. Li gorî encamên destpêkê,Partiya Yekîtiya Neteweyî ya rastgira tund bi 34 ji sedî yê dengan bû yekemîn. Di 7ê Tîrmehê roja Yekşemê de tûra duyem a hilbijartinê tê kirin û di Parlamentoya Neteweyî de jî dê dabeşkirina kursiyan were diyarkirin.

Pêvajoya dengdayînê ya ku serê sibê li gorî demjimêra herêmî 08.00’an dest pê kir, danê êvarê demjimêr 18.00’an li parzemîna Fransayê û saet 20.00’an de jî li bajarên mezin ên wekî paytext Parîs, Marsîlya û Nice bi dawî bû.

Li gorî encama derketinê, partiya rastgiriya tundrev di tûra yekemîn de ji sedî 34 ê dengan wergirt û di pêşbirkê de pêşengiyê dike. Tifaqa Eniya Gel a Nû ya ku ji aliyê partiyên çepgir û hawirdorparêz ve hatiye avakirin, bi rêjeya ji sedî 28 di rêza duyemîn de cih digire. Tifaqa Serokomar Macron “Hemû bi hev re ji bo Komarê” bi ji sedî 20ê dengan di rêza sêyemîn de ye. Partiya Komarparêz (LR) ya rastgirên navendê (LR) û hevalbendên wê ji sedî 10 ê dengan standin, rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 67,5 bû.

Tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên pêşwext ku 577 parlementera ji bo parlementoyê hilbijêre di 7’ê Tîrmehê de bê kirin.

Piştî serkeftina tûra yekem a Yekîtiya Neteweyî, li Parîsê li dijî rastgirên tund xwepêşandanek hat lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn.

Back to top button