Cîhan

Li Ewrupayê şaredara ewil a bi laçik

Li dewleta Bosna Hersekê hilbijartinên herêmî hatin lidarxistin. Di hilbijartinên herêmî yên Bosna Hersekê de, partiya ku ji aliyê Aliya Îzzetbegovîç ve hatibû damezrandin,  Partiya Çalakiyên Demokrat (SDA) qezenç kir. SDAyê, ji 125 şaredariyan jê 34 şaredarî qezenç kirin. Di nav şaredarên partiya SDayê de, a ku herî zêde balê dikişîne ser xwe, şaredara bajarê Vîsîco Amra Babîç e. Di dîroka parzemîna Ewrupa de, cara ewil jineke sergirtî an bi laçik, dibe şaredar. 

Amra Babîç, li bajarê Vîsîco, rêjeya dengên ji % 29.39 gertin û bû şaredara bajarê Vîsîco. Babîç, berê jî endama meclîsa şaredariyê kiribû.

Şaredara nû a bajarê  Vîsîco Amra Babîç, di heman demê de, rêbertiya saziyeke sivîl a ku di şerê Bosnayê de leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane, ji malbatên wan leşkeran re alîkariyê dike jî rêvedibe.  

 

Back to top button