Polîtîk
Li Enqere hevdîtina PDK û BDP
Di çerçova serdana xwe ya Tirkiye de berpirsê pêwendiyên derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî serdana BDP_ê kir. Hewramî ji aliyê hevseroka BDP-ê Gulten Kişinak ve hate pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de li ser rewşa Tirkiye û pirsên li Bakurê Kurdistanê hatin gotubêj kirin û herweha behsa pêkanîna kongreya netewî hate kirin.
Di vê hevdîtinê de behsa agirbestek berdewamî ya PKK-ê hate kirin û ragihandina agirbestekî berdewamî wek derfetek baş ji bo pêşxistina diyalogê û xebata nava parlementoyê de hate wesifkirin.
Li ser konferansa ravenda kurdên Suriye ya Hewlêr pêkhatî jî hate rawestin û behsa encam û destkeftiyên vê kongreyê jî hate kirin.
Rojevakurd