Civak

Li Enqere du kesa xwe teqand

Li enqere vi sibehê polisa li ser êxbariyekî operasyonek kir. Di encama operasyonê de du kesa xwe teqand.Li gora agahdariyên polisê Tirk dide, du kesa li Diyarbekirê otomobilek kiriye û berê xwe dana Enqere.Nêzik Enqere li ser rêya Haymana bi cih bûne.Herweha li gora medya dide xuyakirin dema polis ew herdu kes dorpêçkirî wan xwe teqandine.Ev du kesê xwe teqandîn yek mêre û yek jî jine. Li gora gahdariya nasname yê mêr hatiye kifşkirin û navê wî Harun Aslane, ya jin jî Mahide Ataş e û sala 1990ê ji dayik bûye.Medya dibêje ku ji bo kesek ji wan nekeve şikê ala Tirkî otomobila xwe ve kirine.Wan hewldidan li Enqere çalakiyek xwekujî bikin.Herweha medya dibêje girêdana van kesan li gel PKKê heye. Lê hêja di vê derbarê de tu daxuyanî ji aliyê PKKê ve nehatiye dayîn.

Balkêş e ?
Close
Back to top button