Li eniya şer birîndar bû
Mihemed Hecî Mehmûd, sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û serpereştê eniya şer a kerkukê îro operasyonekî de birîndar bû.Piştî vê bûyerê serokê Kurdistanê mesud barzanî bi rêya telefonê pêwendi li gel Mihemd Heci mehmut danî û pirsa tenduristiya wî kir.Li vê peywendiyê de Serok Barzanî spasî Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûk û Fermande û Pêşmergeyên qehreman kir û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest û serxweşiyê jî li kesukarê şehîdên operasyona hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Mîhwerê Başûrê Kerkûkê kir.Di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge de 13 gund li navçeya Daquq a başûrê Kerkûkê ketin destê Hêzên Pêşmerge de. Herwiha hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar ketin.Peymnêrê Rûdawê ji nava Pêşmerge ragihand ku, îro serê sibehê operasyona Hêzên Pêşmerge bo girtina 13 gundên navçeya Daquq dest pê kir û piştî nîvro bi girtina her 13 gundan bi dawî hat.Li gorî peyamnêrê Rûdawê, operasyon ji 3 aliyan ve û bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî birêve çû. Hêzên Pêşmerge gundên Telrebe, Elbû Mihimed, 7 Nîsan û Şeibaniye û 9 gundên din xistin destê xwe de.Balafirên hevpeymaniya navdewletî ji serê sibehê ve li cih û navendên DAIŞê dan. Ziyanên DAIŞê yên madî û canî gelek in.Derbarê ziyanên Pêşmerge di vê operasyonê de, peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn ragihand: “Di encama teqîna hejmarek bombên vedayî û avêtina guleyên nîşançiyan 8 Pêşmerge şehîd ketine û zêdetirî 20an jî birîndar bûne.”2 nexweşxaneyên gerok birine eniyên şer bi dermankirina birîndaran. Ew nexweşxane ji aliyê pijîşkên amerîkî ve tên birêvebirin.Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Mihemedê Hacî Mehmûd di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li Daquq de ligel 7 pêşmergeyên din birîndar bûye, lê rewşa wî baş bû û dîsa vegeriyaye eniya şer.Endamê Serkirdatiya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Adil Mela Salih ragihand: “Yek ji wan pêşmergeyên ku ligel Mihemedê Hacî Mehmûd birîndar bibûn, bi navê Şewket Mihemed ku bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.”