Li Êlihê Nubar Gidici yê 29 salî ku di encama şerê di navbera 2 malbatan de bi kêr û darekê birîndar bûbû, nehat rizgarkirin û di derbarê bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin.
Gotubêjek ji ber sedemeke nediyar di navbera xizmên Gidici û Yilmaz de derket, di demeke kin de şer derket û di encamê de kêr û dar hatin bikaranîn.
Di şer de Nûbar Gidici bi giranî birîndar bû, Timên tenduristiyê û polîsan bi îxbar sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Gîdîcî piştî mudaxeleya ewil a Timên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Gîdîcî jiyana xwe ji dest da.
Hat destnîşankirin ku ji bo 6 gumanbarên ku hatin binçavkirin lêpirsîn dewam dike.