Independent rojnameya Ingiltere dide xûyakirin ku, li Efrînê Jin, zarok û kesên penaber dibin armanca êrîşan.Di derbarê êrîşên Tirkiye û Artêşa Azad li ser devera Efrînê, rojnama Ingilîzî Independen, nirxandinekî dike û nûçeya xwe ya di vê derbarê de dibêje: Êrîşên Tirkiye li ser devera Efrînê kete roja 10ê de. Heta vê gavê gelek kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.Peyamnêrê rojnameya Independent Robert Fisk serdana bajarê Efrînê kirîbû. Fisk li ser rewşa bajarê Efrînê raportek amade kir. Fisk yekemin rojnemevanê biyanîye ku serdana bajaê Efrînê dike.Robert Fîsk di raporta xwe ya bi navê “Li Efrînê qurbaniyên rasteqênî yên dagîrkeriya Tirkiyê koçber, jin û zarok in!” de ragihandiye, ji şervanan zêdetir kesên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.Fîsk, ku serdana nexweşxaneya Efrînê jî kiriye, ji devê hinek birîndaran dide zanîn ku, artêşa Tirkiyê hinek gund daye ber topan ku di nav wan de ne baregehên YPGê ne jî şervanên YPGê hene.
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
Balkêş e ?
Close