Civak

Li Duhokê şideta li dijî jinan 25% zêdekiriye

Rêvebirê ofîsa nehêlana şideta li dijî jinan li wîlayeta Duhokê, başûrê Kurdistanê, didaxuyaniyekê de eşkere kir ku, li Duhokê şideta li dijî jinan di sala 2013ê de, miqayîse digela sala 2012ê, 25% xêdekiriye.
Samî Celal rêvebirê ofîsa nehêlana şideta li dijî jinan li wîlayeta Duhokê ji rojnameya Hewlêrê re got ku, di sala 2013ê de 329 haletên bikaranîna şidetê li dijî jinan hatine tomar kirin; 11 haletên xwekuştinê, 7 haletên kuştinê, 25 haletên xweşewitandinê û 33 haletên mihawileyên xweşewitandinê û 28 haletên destdirêjiya seksî hatine tomar kiirn. Celal got jî ku, di sala 2013ê 1225 gilîname, şikayet, li rêvebiriyên nehêlana şideta li dijî jinan hatine tomar kirin.

 

Rêvebirê ofîsa nehêla şideta li dijî jinan got ku, di sala 2012ê de, li wîlayeta Duhokê, 9 helatên kuştin, 35 mihawileyên xweşewitandin û 25 haletên xweşewitanidnê û 31 haletên destdirêjiya seksî hebûn. Di sala 2012ê de 848 gilîname hatibûn tomar kirin.
Celal di berdewamiya daxuyaniya xwe dibêje ku, zêdebûna rêjeya şidetê tiştek normal e, çunkî sal bo salê bajêr mezintir dibin û hevwelatî jî hişiyartir bûne û jo bi çareserkirina kêşeyên xwe serdana rêvebiriyên nehêlana şideta li dijî jinan dikin

Balkêş e ?
Close
Back to top button